Serokê CÎK’ê Tûrhalli: Divê her kes li dijî zilmê dengê xwe bide

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku, li dijî neheqiyê divê her kes di 14’ê Gulanê de biherike sindoqan û got, “Dengê xwe ji bo başiyê û aramiyê bikar bînin û li dijî van nebaşan bisekinin.”

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli têkildarê hilbijartinên 14’ê Gulanê ya ku wê li Bakurê Kurdistan û tevahî Tirkiyeyê pêk were ji ANF’ê re axivî. Tûrhalli diyar kir ku, ji bo ku zarok, jin, extiyar û tevahî civak ji zilma desthilatdariyê rizgar bibe divê her kes dengê xwe bikar bîne.

ÎRO ROJA DIJDERKETINA ZILM Û XIRABIYÊ YE

Tûrhalli destnîşan kir ku îro roja parastina heq û mafê ye û wiha got, “Îro roja dijderketina zilm û xirabiyê ye. Kesên ku qurana we dikin destê xwe, li kolanan û qadan olfiroşiyê dikin. Kesên ku heq û perêyên berîka we xwaribe, bûne milyarder. Ma hunê li dijî kesên ku zarokên we dikin girtîgehan, kesên ku meleyên me, seydayên me di zîndanan de kuştin, kesê ku bajarên me xira kirin, kesên ku mizgeftên me xirakirin, kesên ku destdirêjiya namûsa me kirin, kesên ku perê berîka me derxistin û xwarin û kesên ku nehiştin em serê xwe rakin ,dernekevin?”

LI CEM SEXTEKARAN Û LI CEM NEBAŞAN CIH NEGIRIN

Tûrhalli anî ziman ku divê her kes erka xwe ya mirovbûnê bikar bîne û dengê xwe bide û wiha dewam kir, “Ma Îslam fermana dijderketina zilmê nedaye. Belê daye. Îro gelek mirovên me di rewşeke perîşan de dijîn. Ji ber vê yekê biherikin ser sindoqan, dengê xwe dijî van xeraban bikar bînin. Exlaq çû, dîn çû. Bi navê ol, ol firotin, bi navê exlaq nehiştin. Bi navê feqîriyê pêxemberên me milyarên me birin. Dijî wan bisekinin, biherikin ser sindoqan. Xwedê dibêje alîkariya heqê bikin, pêxember dibêje li cem heqê cih bigirin. Li cem olfiroşan, li cem sextekaran û li cem nebaşan cih negirin.”

DIVÊ EV ZALIM JI SER TEXT WERIN XWARÊ

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli da xuyakirin ku îro firsendeke dîrokî ye û ev bangawazî kir, “Îro firseda me ye, vê firsendê bi kar bînin. Xwişkno, birano. Divê ev zalim ji ser text werin xwarê. Efrînê, Şengalê, mizgeftan, medreseyan, zarokan, meleyan û jinan ji bîr nekin û biherikin ser sindoqan. Îro firsed a me ye. Dengê xwe ji bo başiyê û ji aramiyê bi kar bînin û li dijî van nebaşan bisekinin.”